Cîhan
Li Ummanê lehiyê 16 kesan kust
PeyamaKurd – Li welatê Ummanê baran zêde bariya û û bû sedema rabûna lehiyê. Di rabûna lehiyê de herî kêm 16 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor ragihandina ajansa xeberan ya ONAyê; koordînatorê rêvebiriya rewşa awarte Muhammad Al-Busafi ragihandiye ku ji roja Yekşemê heya niha, tenê li herêma Eş-Şarkiyye ya Ummanê 13 cesed û 4 birîndaran birine dezgeyên tenduristiyê.
Dezga rizgarkirin û lêgerênê ya Ummanê paşî ragihandiye ku li bajarên Şarkiyye û Ed-Dahiliyye 3 kesên din jî ketine ber pêla lehiyê û can dane.
Berdevkê Dezga Parastina Sîvîl ya Ummanê Ali el-Farisi jî ji bo radyoya xwecîh ragihandiye ku ji roja Yekşemê heya niha 1500 kesan rizgar kirine.
Li gelek herêmên welat ji ber lehiyê dibistan heya roja çarşemê tatîl kirine.