Cîhan
Li welatê Etiyopyayê teqîn çêbû
PeyamaKurd- Li welatê Afrîka Etiyopyayê, di dema serokkomarê dewletê Abiy Ahmed tevli xwepêşandanê bû û dema diaxifî de, teqînek çêbû û hêzên asayîşê serokwezîr ji ciyê bûyerê revandin.
Xwepêşandan li payîtexta Etiyopyayê li Adîs Ababa çêbû û di teqînê de tê gotin ku gelek kes mirine. Xwepêşandan gelek qelebalix bû. Serokwezîr piştî bûyerê weha got:
“ Teqîn ji aliyê kesên ku naxwazin aştî û yekîtî di vî welatê de çêbibe de hat kirin. Di encamê de çend kes mirin lê daxwaza wan neçû serî.”
Hinek şahid dibêjin ku kesekî bomba di destê wî de bû, avête nava qelebalixê. Lêkolîn dewam dike.