TR KU SO
FB X
Cîhan

Li welatê Fasê (Mexrib) di dema alîkariya xurekê de 15 kes mirin

PeyamaKurd
Edîtor
📅 20 mijdar 2017 09:37

Li welatê Fasê li herêma Essaouirayê di dema ku ji bo xelkê alîkariya xwarinê an ku xida dihat kirin de, ji ber qelebalixa zêde 15 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn. Alîkarî ji aliyê kî de dihat kirin nehat ragihandin.

Çapemeniya deverê ragihand ku di ciyê alîkariyê de li dora 800 kes hebûne û piraniya miriyan jin û kesên pîr in. Li Fasê ji ber hewa ziwa derbas bû û baran nehat, hilberîna îsal kêm bû û bihayê tiÅŸtên xida gelek bilind bûn.

Parve bike: