Cîhan
Li Zahedan, Xaş û Nimruzê 3 Belûcî hatin girtin
PeyamaKurd – Li eyaleta Sîstan-Belûcistanê pêlên girtin û binçavkirinên dewleta Îranê dewam dikin. Hêzên îstîxbarata Îranê li bajarên Zahedan, Xaş û Nimruzê 3 Belûciyan girtin. Di nav wan de xortekî 18 salî jî heye.
Hengawê ragihand ku di 1ê Hezîrana 2026an de Hemîdullah Mezerzehî (23) ku bavê 2 zarokaye li Zahedanê li ser kolana Azadî xistine bin çav.
Di heman rojê de îstîxbarata Îranê avêtiye ser mala Afşîn Keremzehî (30) yê zewicandî ku xwediyê 2 zarokaye û wî xistine bin çav.
Berya wan jî di 31 ê Gulanê de, hêzên îstîxbarata Îranê avêtine ser gundê Sefîdabeh a bi ser bajarê Nimruzê û Benyamin Brahoui (18) xistine bin çav.
Sedema girtina wan, babetên ku wan pê sûcdar dikin çine û li ku derêne nayê zanîn.