Cîhan
Lîbya bi fermî ji Tirkiyê lesker xwest
PeyamaKurd- Hukumeta Lîbyayê ya ku rewa tê qebûlkirin, bi awayeka fermî ji Tirkiyê leşker xwest. Ajansa Reutersê û çapemeniya Tirkiyê daxwazê piştrast kir. Dê di celseya meclisa pêşiya me de, wê meclisa Tirkiyê li ser mijarê biaxifin da leşkeran bişînin Lîbyayê. Hukumeta Lîbyayê di her sehayên hêzan de; desteka hewayî, bejayiyê û deryayê dixwaze.
Berê jî muxalifê hukumeta Lîbyayê general Hafter Tirkiyê tehdîd kiribû da mudaxeleyê karê Lîbyayê neke. Tirkiye jî biryarê dabû da desteka leşkerî di warê perwerdê, muhîmmat û alavan de bide Lîbyayê. Tirkiye jî peymana Derya Sipî bi Lîbyayê ye girêda ku ev bû sedema xebata Tirkiyê di Derya Sipî de û bû sedema destnîşana sînorê navbera Tirkiyê û Lîbyayê di Derya Sipî de.