TR KU SO
FB X
Cîhan

Libya | Mismarî: ‘Berpirsiyarê êrîsa Bingaziyê Erdogan e’

Admin H
Nivîskar
📅 12 tîrmeh 2019 19:50

PeyamaKurd – Berdevkê artêşa hêzên Hafter ên Libyayê Ahmed Mismarî, ji êrîşa doh a bi ser merasîma cenazeyê Xelîfe Mismarî de ku 5 kes hatibûn kuştin, Fayiz Serrac û Erdogan berpirsiyar dît.

Doh bajarê Bingazî yê Libyayê dema merasîma cenazeyê Xelîfe Mismarî êrîşeke bombeyî hatibû encamdan û 5 endamên Hêza Netewî ya Libyayê (Hêza Xelîfe Hafter) hatibûn kuştin.

Berdevkê artêşa hêzên Hafter ên Libyayê Ahmed Mismarî ku bixwe jî li merasîmê amade bû got, “Eşkere dibêjim, berpirsê vê teqînê Fayiz Serrac (Serokwezîrê Hikûmeta Hevpeymana Netewî ya Libyayê) û Erdogan e.”

Mismarî di berdewamê de diyar kir, “Li pişt vê êrîşê hin derdorên biçûk hene. Li derve jî ji aliyê Recep Tayyip Erdogan ve têne kirin. Berpirsiya vê êrîşê li ser Tirkiyê ye.”

Ahmed Mismarî herwiha di heman axaftina xwe de ji ber teknîka êrîşê, DAIŞ jî tawanbar kir.

Parve bike: