Lîderê radîkal yê Hindû, Sudhir Suri kustin
PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta Pencabê li bajarê Amritsar li lîderê radîkal yê Hindû xistin û kuştin. Li gor ragihandina BBC yê; Sudhir Suri yê 58 salî di mabeda Sîhan de ya bi navê ‘Mabeda Zêr’ de, di wexta protestoyan de 2 kes lêxistin û wî kuştin.
Desthilatê asayîşa eyaleta Pencabê Gaurav Yadav, ragihand ku piştî bûyerê li deverê esnafekî xistine binçav. Hat gotin ku Suri, ji bo bêrêziya ku li hemberê xwedayan dikin protesto bike, derketiye derveyê ayîngehê.
Sîhên li Hindistanê û derveyê Hindistanê, berê Suri tewanbar kiribûn ku di şiroveyên xwe de bawerî û civata wan kêm dixîne.
Li gor rêjeyan xelkê Sîh; li seranserê dinyayê li dora 23 mîlyona ne û di nav Hindistanê de li dora 20 milyon Sîh hene. Sîh jî netewekî ye ku li Hindistanê dijî û di nav wan de gelek car kesên radîkal dertên.