TR KU SO
FB X
Cîhan

Lîderê Nuceba hişyarî da leşkerên Amerîkayê

Admin H
Nivîskar
📅 03 îlon 2026 12:47

PeyamaKurd - Çekdarên Hemleya Nuceba ya Îraqê derbarê hebûna leşkerên Amerîkayê de hişyariyeke gelekî tund da rêveberiya Donald Trump.

Sekreterê Giştî yê tevgerê Ekrem Kabi di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku eger hêzên DYAyê heta 30ê Îlonê bi temamî ji axa Îraqê paşve nekişin, ew ê di qadên erdî û hewayî de şereke mezin û biryardar li dijî wan dest pê bikin.

Kabi diyar kir ku ew ê rê nedin ku Trump ji bo xurtkirina wêneya xwe ya siyasî "serkeftineke sexte ya medyayî" bi dest bixe û bal kişand ser wê yekê ku piştî 30ê Îlonê hebuna leşkerên biyanî nayê qebûlkirin.

Wî destnîşan kir ku hêzên berxwedanê bi amadekarî û kelecaniyeke mezin li bendê ne û gef xwar ku piştî vê dîrokê ti leşkerekî Amerîkayê sax ji axa Îraqê dernakeve.

Parve bike: