Cîhan
Lîderên Fîlîstîn, Urdun û Misrê dicivin
PeyamaKurd - Lîderên welatên Fîlîstîn, Urdun û Misrê li hev dicivin. Hat ragihandin ku serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas, serokê Misrê Abdulfettah es-Sisi û qralê Urdunê Abdullahê II em wê roja yekşemê li bajarê Misrê li El-Alemeynê bicivin.
Di civînê de behsa pêşdeçûnên li Fîlîstînê, civandina desteka navdewletî û wê çawa karibin bi hevre tevbigerin, bikin. Li gor ragihandina balyozê Fîlîstînê yê Qahîrê Diyab el-Lewh; wê li ser pêşdeçûnên Fîlîstînê, ji bo derdên Fîlîstîniyan çareser bikin, serxwebûna wan û avakirina mafê dewleta wê di asta navdewletî de destekê bidin hev.
Serokê her sê welatan di 17.01.2023an de car din bi heman armancê li Qahîre civiyabûn.