Cîhan
Lîsteya muxalefetê giha destê Netewên Yekbûyî!
PeyamaKurd- Lîsteya muxalefeta Sûriyê ya ku tê de navên 50 nûneran heye, giha destê nûnerê Taybet yê Netewên Yekbûyî yê li Sûriyê Staffan de Mistura.
Di derbarê mijarê de berdevkê wezareta karên derve yê Tirkiyê Hami Aksoy daxuyaniyek da û got Lijneya Bilind ya Muzakereyên Sûriyê; ji bo ku di lijneya makezagonê de muxalefetê temsîl bike, bi Tirkiyê re 50 nûner hilbijartin û 5ê Temûzê ev nav gihandin Staffan de Mistura. Tirkiyê jî eşkere kiriye ku kesên di vê lîsteyê de qebûl û destek dike.
Aksoy wiha berdewam kir: Garantorên Astanayê û nûnerê Taybet yê Netewên Yekbûyî yê li Sûriyê bi hev re hinek civîn çêkiribûn. Ji vir pê de ew civîn wê li Cenîvê bidomin.