Lubnanê li ser Îsraîlê daxuyanî da
PeyamaKurd – Serokwezîrê Lubnanê Naguib Mikati hişyarî da ku eger provokasyonên Îsraîlê yên li başûrê welêt bidomin, dibe ku li herêmê şerekî berfireh derkeve.
Necîb Mîkatî li paytext Beyrûtê bi Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Cameron re civiya.
Di hevdîtinê de ku têkiliyên dualî û rewşa Xezze û başûrê Lubnanê hatin nirxandin, Mikatî xwest ku êrîşên li wir bên rawestandin.
Mikatî got: "Çalakiyên provakatîf ên Îsraîlê li başûrê Lubnanê dibe sedem ku rewş xerabtir bibe û li herêmê bibe sedema şerekî berfireh."
Mikatî diyar kir ku ji bo rawestandina şerê li Xezzeyê pêşî divê agirbest bê kirin û piştre jî pêvajoya muzakereyê ji bo çareseriya dudewletî û dayîna mafan ji bo Filistîniyan dest pê bike.
Cameron diyar kir ku belavbûna pevçûnên li Xezzeyê ber bi Lubnanê, ji wir heta Derya Sor û ji wir jî ber bi tevahiya herêmê ve wê asta metirsî û bêewlehiyê li cîhanê zêde bike.
Cameron spasiya Mikatî kir ji bo hewlên Lubnanê ji bo rêgirtina li aloziyek wiha.