Cîhan
Macron bi Pûtîn re axivî û banga agirbesta demûdest kir
PeyamaKurd – Serokomarê Fransa Emmanuel Macron îro 28ê Sibatê di roja 5emîn a êrîşa Rûsya ya ser Ûkraynayê de, bi Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn re pêwendiyeke telefonî pêk anî.
Koşka Elysee ragihand ku Macron û Pûtîn bi pêwendiyeke telefonî axivîne û diyar kir, Macron li ser daxwaza civaka navdewletî daxwaza rawestandina êrîşa ser Ûkraynayê kir.
Herwiha hatiye gotin ku Macron banga agirbesteke demûdest li Pûtîn kiriye û daxwaza parastina binesaziya sivîl kiriye.
Li gorî daxuyaniya Serokomariya Fransayê Macron ev pêwendî li ser daxwaza Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky pêk anîye.