Cîhan
Macron: Divê binpêkirinên Tirkiyê bê ceza nemînin
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li ser destwerdan û lêgerînên gaz û petrolê li Derya Spî ji aliyê Tirkiyê ve daxuyaniyeke tund da.
Emmanuel Macron got, "Nabe binpêkirinên Tirkiyê yên li nav avên Yekîtiya Ewropayê bê ceza bimînin.”
Macron anî ziman ku Rûsya û Tirkiye li herêma Derya Spî hêz û serweriya xwe her diçe zêde dikin û Yekîtiya Ewropa gavên pir qels davêje ku dê ev bibe xetayeke cidî bo ewlekariya Derya Spî.
Macron herwiha diyar kir ku ew yek ji bo Ewropayê nabe bijardeyek û dê Fransa destûra wê nede.
Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Miçotakis jî gotibû, herger Tirkiye di kiryarên xwe yên bilindkirina tansîyonê de berdewam be, wê ji xeynî sepandina dorpêçan bi ser Tirkiyê de, ti çereyeke din nemîne.