Cîhan
Macron: Fransa û Ewropa ketin rewsa aboriya ser
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di axaftina xwe ya li Pêşengeha Endurstiya Çekên Şer de li paytext Parîsê ragihand ku Fransa û Ewropa ketiye rewşa aboriya şer.
Macron, herwiha banga bihêzkirina zêdetir ya pîşesaziya berevaniyê bo Ewropayê kir û diyar kir, pêwîste bingeha teknolojîk a pîşesaziya berevaniyê were xurtkirin daku zêdetir daxwaz bo wê bên kirin.
Serokomarê Fransayê ku tê çaverêkirin vê hefteyê serdana welatên Romanya û Moldovayê bike, bal kişand ser şerê Rûsya-Ukrayna û destnîşan kir, divê hebûna NATOyê li herêmê were bihêzkirin.
Li gorî medya Fransî jî wê Macron di wê serdanê de derbasî paytexta Ukrayna Kîevê jî bibe û ligel Serokomarê Ukrayna Vlolodimîr Zelenskiy bicive.