TR KU SO
FB X
Cîhan

Malî cezayê îdama leskerên Perava Fîldîsiyê da

Admin M
Nivîskar
📅 01 rêbendan 2023 00:09

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Maliyê dadgehekî biryara zîndanîkirin û îdama 49 leşkerên welatê Peravê Fîldîşiyê da. Di biryarê de hat gotin ku 46 leşkerên Fîldîşiyê ji ber li hemberê hukumeta Maliyê komplo kirine, her yekî 20 sal cezayê zîndanê û ji bo 3 leşkeran jî cezayê didardekirinê daye.

Bûyera girtina leşkeran di meha temmûza borî de li payîtexta Maliyê li Bamakoyê, li balafirgehê çêbûye û 49 leşkerên Fîldîşiyê hatibûn girtin û paşî 3 ji wan eskeran serbest hatibûn berdan. Girtina leşkeran bûbû sedema krîza dîplomatîk ya navbera dewletên cîran û hevkarên cîran bûyerê şermezar kiribûn.

Cûnta maliyê li ser leşkeran dibêje ku leşker weka leşkerên bi pere tevgeriyane û Fîldîşlî dibeje ku ew leşker perçeyekî ji hêzên misyona Neteweyên Yekgirtîne.

Parve bike: