Çand_û_Hûner
Festîvala Tehîn û Berhemên Xwemalî li Amêdiyê dest pê kir
PeyamaKurd - Li navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, bi beşdariya 140 cotkar û xwediyên aşan, Festîvala Tehîn û Berhemên Xwemalî dest pê kir.
Çalakiya ku dê sê rojan berdewam bike, armanc dike ku berhemên navxweyî û çandî yên herêmê bide nasîn.
Berdevkê festîvalê ragihand ku ji bo beşdaran 140 kon hatine vedan û qada wesayîtan hatiye berfirehkirin.
Her wiha di çarçoveya festîvalê de pêşangeha karên destî, xwarinên resen, ahengên stranan û govendên folklorî tên lidarxistin.
Parêzgarê Dihokê di daxuyaniyekê de bal kişand ser girîngiya piştgiriya hikûmetê ji bo cotkaran û da zanîn ku aşvanekî herêmê nêzîkî 50 ton tehîn hinardeyî Ewropa û Amerîkayê kiriye; ev yek jî derfetên bazarkirina berhemên herêmî li derveyî welat zêde dike.