Mark Rutte: Ez dest ji siyaseta çalak berdidim
PeyamaKurd- Serokwezîrê hikûmeta Hollandê yê serokê koalîsyonê Mark Rutte ku şeva 7ê Tîrmehê îstifaya xwe ragihandibû, ragihand ku ew ê dest ji siyaseta çalak berde.
Mark Rutte, di axaftina ku beriya rûniştina îstifakirina hikûmetê ya li baskê jêrîn ê parlamentoyê de pêşkêş kir û ragihand ku ew ê di hilbijartinên bê de nebe serokê Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) ku serokatiya wê dike û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Piştî hilbijartinan, dema kabîneya nû dest bi kar bike ez ê dest ji siyasetê berdim. Min şeva 7ê Tîrmehê biryar dabû ku ez dest ji siyaseta çalak berdim. Hestên min tevlihev in. Biryareke hestiyar e, lê teslîmkirina peywirê xweş tê."
Hikûmeta Hollandê, di şeva 7ê Tîrmeha 2023yan de ji ber nakokiyên li ser polîtîkayên koçberiyê îstifa kiribû.