TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fraksiyona PDKê daxwaza çalakkirina demildest a Parlamentoya Kurdistanê kir

Admin H
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2026 10:23

PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê bi helkefta derbasbûna du salan li ser hilbijartinên xula şeşemîn (ku di 20ê Cotmeha 2024an de hatibûn lidarxistin) daxuyaniyek weşand.

PDKê tekez kir ku ev prose nabe bi nakokî û berjewendiyên siyasî yên hizbî ve bê girêdan û daxwaz kir ku parlamento bêyî derengketin dest bi karê xwe bike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PDK her tim piştevanê çalakkirina saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê ye.

Fraksiyona PDKê bang li hemû alî û fraksiyonên siyasî kir ku ji bo rêzgirtina li vîna xelkê, rêkarên rûniştina yekem bêne temamkirin, Desteya Serokatiya Parlamentoyê bê hilbijartin û pêngavên qanûndanîn û hikumraniyê li herêmê di zûtirîn dem de dest pê bikin.

Parve bike: