Kurdistan
Fraksiyona PDKê bi Zeydî re mafên Kurdistanê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Endamên fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên di Parlamentoya Iraqê de bi Serokwezîrê Iraqê Elî Zêydî re civiyan.
Di hevdîtinê de mijara sereke parastina mafên destûrî, şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê û diyarkirina pişka Herêmê di projeyasaya budçeya giştî ya Iraqê de bû.
Di nava du hefteyên bê de Encûmena Wezîran a Iraqê li ser reşnivîsa projeyasaya budçeya sala 2027an bicive.
Li gorî zanyariyan, tê pêşbînîkirin ku di 17ê vê mehê de projeyasaya budçeyê ji aliyê Encûmena Wezîran ve bi fermî ji bo pesendkirinê ji Parlamentoya Iraqê re bê şandin.