TR KU SO
FB X
Cîhan

Mattîs ji bo diyalogê li Çînê ye

📅 28 hezîran 2018 00:57

PeyamaKurd - Jîm Mattîsê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê di hevtîna Vey Finghiyê hemtayê xwe yê Çînê got dest bi "diyaloga dirust û zelal" kirine.

Mattîsê ku Pekîna paytextê Çînê ziyaret kir, bi Veyê Wezîrê Parastinê yê Çînê re hat ba hev.

Ji sala 2014an vir da cara ewil e ku Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê yê Çînê ziyaret dike. Mattîs diyar kir ku bi Vey ra dest bi hevdîtinên dirust û zelal kirin.

Mattîs diyar kir ku girîngiyê didin têkiliyên bi Artêşa Rizgariya Gelê Çînê ra, têkiliyên leşkerî ji bo têkiliyên di navbera herdu welatan da zehf girîng in.

Vey jî got ziyaret ji hêla têkiliyên herdu welat û herdu artêşan û pêşxistina hevkariyê û zêdekirina ewlebûna stratejîk va girîng e.

Li bendê ne ku Mattîs di hevdîtinên li Çînê da li ser mijara paqijkirina sîlahên nukleerê yên Koreya Bakur jî bisekine.

Parve bike: