TR KU SO
FB X
Cîhan

Mattis: Naxwazim Tirkiye ji bernameya F-35an derê

Admin M
Nivîskar
📅 21 tîrmeh 2018 21:58

PeyamaKurd-Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Jim Mattis got ku ew li dijî ji derxistina Tirkiyê ji bernameya F-35an e. Mattis weha got: “Derxistina Tirkiyê ji bernameya F-35an bo artêşa Amerîka û hevkarên me, dikare bandora neyînî bike û di heman wextê de maliyeta bernameyên din bilindtir dike.

Mattis weha got:

“Tirkiye hevkarekî NATO ye û ji sala 2002an heya niha ortaxê F-35a ye. 1,2 mîlyar dolar pere xwe xistiye bernamê. Alîkariya zincîra amadekirinê dike û plan kiriye ku 100 heb F-35 bikire. Eger em Tirkiyê ji bernameyê derxin, bo artêşa Amerîkayê û hevkarên me dikare zîncîra amadekariyê xerab bike û di heman demê de maliyeta bernameyên din zêdetir bike. Eger zîncîra amadekariyê xerab bibe, dibe sedema ku hilberîna balafiran raweste. Ev dibe sedem ku 50-75 balafir dereng teslîm bên kirin û perçeyên ku Tirkiye çêdike heya em wan amade bikin û halê xwe rast bikin, 18-24 mehên me distîne.”

Mattis di nameya xwe de behsa Tirkiyê dike ku ber bi otorîteriyê de diçe, behsa hemwelatiyê Amerîkayê papaz Brunsonê girtî dike û behsa huqûqa Tirkiyê û S-400an dike.

Parve bike: