TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tirkiye ji bo vegera F-35an bi 750 hezar dolaran kompaniyeke lobîyê kirê kir

Admin H
Nivîskar
📅 20 sibat 2021 01:01

PeyamaKurd – Piştî ku Tirkiyê sîstemên moşekî yên berevaniya asmanî S-400 ji Rûsyayê kirin, Amerîkayê ew ji bernameya balafirên nifşê nû F-35an derxistibû û çend balafirên ku firotibûn jî ji Tirkiyê standibûn. Herwiha Amerîkayê di çarçoveya yasaya CAATSA de dorpêç jî li ser Tirkiyê sepandibûn ku heta Tirkiye wê sîstemê venegerîne û yan jî bikar neyîne wê berdewam bin.

Li gorî nûçeya Euronewsê Tirkiyê ji bo car din xwe vegerine bernameya F-35an li Amerîkayê kompaniyeke lobîyê bi 750 hezar dolaran kirê kiriye.

Hat zanîn ku kompaniyeke girêdayî wezareta berevaniya Tirkiyê bi navê SSTEK bi şirketa hiqûqê ya navdar li Washington DCyê Arnold & Porter re, bi bedêla 750 hezar dolaran li hev kiriye ku ji bo razîkirina rêveberiya Amerîkayê bo dayîna F-35an bo Tirkiyê karê lobiyê bike.

Hatiye diyarkirin wû peymana mehekê bi wê kompaniya hiqûqê re hatiye girêdan û tenê ji bo meha Sibatê wê Tirkiye 750 hezar dolaran bide.

 

Parve bike: