TR KU SO
FB X
Kurdistan

Du Kurdên Kobaniyê bi 90 hezar dolaran hatin berdan

Admin H
Nivîskar
📅 09 tebax 2026 18:20

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku piştî derdora nêzîkî mehekê ji revandinê her du welatiyên ji Kobaniyê yên ku li devera Cizîrê ji aliyê komeke nenas ve hatibûn revandin, li hember dayîna 90 hezar dolaran hatin berdan.

Her du welatiyên bi navê Mihemed Qadir û Salih Mihemed ji beriya nêzîkî mehekê ve hatibûn revandin.

Kurê Mihemed Qadir gotiye, kesên ew revandibûn daxwaza 600 hezar dolarên Amerîkî kiribûn û gotibûn, eger ew pere neyên dayîn ew ê wan bikujin.

Qadir diyar kiriye ku wan 90 hezar dolar ji bo serbestberdana herdu revandiyan daye û her du li demjimêr 11ê şeva borî li çoleke nêzîkî Şedadê li gundewarê Hesekê hatine berdan û ji aliyê dewriyeke ewlekariya navxwe ve hatibûn dîtin.

Parve bike: