TR KU SO
FB X
Cîhan

Meclisa Tirkiyê serokê xwe bijart

Admin M
Nivîskar
📅 24 sibat 2019 23:12

PeyamaKurd- Serokê Meclisa Tirkiyê Binali Yıldırım bi sedema ku bû namzedê şaredariya Îstenbolê, ji serokatiya meclisê îstîfa kir û di encamê de bo şûna wî dagirin, meclis ket pêvajoya hilbijartinê. Lê di cara dengdana sêyem de meclis karibû bo xwe serokekî hilbijêre.

Di cara sêyem de parlementerê AK partiyê yê bajarê Tekirdağê Mustafa Şentop bi 336 dengan bo 29 emîn serokê meclisê hat bijartin. Di civînê de serokên temamê partiyan di meclisê de amade bûn.

Di tûra sêyem de 542 parlementer hebûn. Di dengdanê de ji AK partiyê Mustafa Şentop 336 deng, ji CHPê Altay 124 deng, ji HDPê Kemalbay û ji İYİ partiyê Filiz 33 dengan girt. 3 deng jî vala derketin.

Parve bike: