Cîhan
Medya Erebî: Vekişîna Amerîka ya ji Iraqê nîşaneya bicihbûneke stratejîk e
PeyamaKurd - Rojnameya El Şerq El Ewset biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya vekişîna ji Iraqê nirxand.
Rojnameyê biryar bi guhertinên stratejîk ên li herêmê diqewimin ve girêda û destnîşan kir ku bandorên nakokiya Îran-Amerîkayê gihîştine Iraq, Sûriye, Lubnan û Xezeyê.
Rojnameya El Xelîc di nivîsekê de bal kişand ser bidawîbûna mîsyona Koalîsyona Navneteweyî. Rojnameyê diyar kir ku ev gav ji vekişîneke bi temamî ya ji hevsengiyên herêmî zêdetirî nîşaneya jinûve bicihbûneke stratejîk e.
Rojnameyê bal kişand ser arîşeyên li pêşiya Bexdayê di xurtkirina xweseriya biryara ewlehî û siyasî li gel berdewama pêşbaziya herêmî û navneteweyî.