TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê vekişîna ji Iraqê piştrast kir: "Ev nîşaneya bihêzbûna Pêşmergeye "

Admin H
Nivîskar
📅 30 îlon 2026 09:25

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku pêvajoya vekişandina hêzên wan a ji Iraqê li gorî nexşeya demê didome û ev gav nîşaneya bilindbûna şiyanên Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ye.

Di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê hate destnîşankirin ku hevkariya serkeftî ya 12 salan şiyana DAIŞê gelekî kêm kiriye û Washington pabend e ku têkiliyên aborî û ewlehî yên bi Iraqê re xurtir bike.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan jî eşkere kir ku îro (30ê Îlonê) dema dawî ya vekişînê ye û ti leşkerekî biyanî li tu cihên Iraqê û Herêma Kurdistanê namîne.

Hat ragihandin ku bi boneya bidawîbûna erka Koalîsyona Navneteweyî, li Bexdayê merasîmeke fermî tê lidarxistin û roja 1ê Cotmehê jî dê bi beşdariya hemû serkirde û hêzên siyasî "Konferansa Serweriyê" be.

Parve bike: