Medya Îsraîlê: Ehmed Şera hêza xwe ji Erdogan û Enqerê distînê
PeyamaKurd - Çapemeniya Îsraîlê di analîzeke berfireh de eşkere kir ku hêza sereke û paşperdeya ku dibe sedema bilindbûna dîplomatîk û navneteweyî ya Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, Enqere û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan e.
Di analîzê de hat destnîşankirin ku nêzîkbûna leşkerî, aborî û pîşesaziya parastinê ya di navbera Enqere û Şamê de ji bo Tel Avîvê metirsiyeke mezin e û dibe ku Îsraîl di mijara Girên Golanê de bi zextên tund ên navneteweyî re rûbirû bimîne.
Raporê bi bîr xist ku Şera herî dawî li Qesra Spî ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Şamê jî ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres û Serokê Fransayê Emmanuel Macron civiyaye.
Di nûçeyê de hat teqezkirin ku guherîna kincên Şera û lixwekirina kincên fermî rûyê wî yê leşkerî naguhere û ev nêzîkbûn ji bo ewlehiya Îsraîlê gumanên giran çêdike.
Medyaya Îsraîlê di berdewamiya analîza xwe de Ehmed Şera wekî lîderê berê yê Filistînê Yaser Erafat pênase kir û îdia kir ku wî pênaseya dewletmedarekî nerm daye pêş ku ajandaya xwe ya rastî bi vî rengî vedişêre.
Li gorî analîzê, mîna ku Erafat hêzên leşkerî yek kiribû û hişmendiya neteweyî ava kiribû, Şera jî van ziman û gotaran ji bo hevdîtina bi lîderên Rojavayî re gelekî baş bi kar tîne.
Wekî xala herî girîng hat destnîşankirin ku bandora Erdoğan a li ser Donald Trump rê li ber Şera vekiriye da ku pêngavên mezin ên dîplomatîk bibe serî.
Çapemeniya Îsraîlê tekez kir ku berfirehbûna hevkariyên leşkerî û aborî yên di navbera Enqere û Şamê de di demeke kurt de hevsengiya hêzê ya li herêmê bi temamî li dijî Îsraîlê diguhere.