TR KU SO
FB X
Cîhan

Merkel: “Îhtîyaca Tirkiyê bi alîkariya Almanyayê tune”

📅 21 tebax 2018 03:43

PeyamaKurd - Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li ser geşedanên aborî li Tirkiyê daxuyaniyek da.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, di civîna partiya xwe de axivî û ragihand, ku  niha îhtîyaca Tirkiyê bir alikariyeke aborî ya taybet ku Almanya jêre bike tune.

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert diyar kir, ku mijareke alîkariya aborî bo Tirkiyê di rojeva me de tune.  

Seibert, derbarê serdana Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku dê li serê îlonê ziyareta Almanyayê bike de wiha got: “Alîkariya aborî, di hevdîtinên digel serokê Tirk dê bêkirin de ne mijareke bingehîn e.”  

Parve bike: