Cîhan
Merz: Amerîka ji aliyê Îranê ve tê biçûkxistin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, di civîneke çapemeniyê de ku li eyaleta Nordrhein-Westfalenê hate lidarxistin, rexneyên tund li siyaseta Washingtonê ya li dijî Tehranê girt.
Merz got ku Amerîka di vî şerî de tê biçûkxistin û diyar kir: "Îranî di mijara nekirina danûstandinan de gelekî jêhatî ne. Ez stratejiyeke Amerîkayê ya ji bo derketina ji vî şerî ya diyarkirî nabînin."
Serokwezîrê Almanyayê tekez kir ku wî gumanên xwe du caran rasterast ji Donald Trump re gotine û anî ziman ku beriya êrîşan tu şêwir bi Ewropiyan re nehatiye kirin.
Merz got ku welatekî mezin wekî Amerîka niha di bin bandora Supaya Pasdaran a Îranê de rastî sivikatî û biçûkxistinê tê.