Merz: “Ez bawerim dê Karadağ bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Merz ragihand ku ew bawere Karadağ di sala 2028an de bibe endamê 28em yê Yekîtiya Ewrûpayê.
Her çendîn Karadağ nêzîkî dawiya ku bibe endamê YE bûye jî bende ne ku bi Xirwatistanê re pirsgirêkên xwe çareser bike û daxwazên rêvebiriya Zagrebê yên di derbarê pêvajoya muzakereyên de, dikarin bandorê li nexşerêya endamtiyê bike.
Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz, li bajarê Karadağê li Budva bi serokwezîrê Avusturyayê Christian Stocker û bi serokwezîrê Kadarağê bi Milojko Spajic re civîna çapemeniyê kir.
Bingeha destpêka endamtiya Karabağê bi Zîrwa Pêvajoya Berline destpêkiribû. Armance, entegrasyona welatên Rojavayê Balkanan bi YE re ye û hevkariya di navbera wan xwurt kirine.
Xirwatistan belgeya 8 daxwazên xwe li ser tevlîbûna Xirwatistanê ji bo karibe bibe endamê YE gihandibû welatên YE û dezgeyên wê. Li gor çapemeniya Xirwatistanê; ji 8 daxwazan 6ê wan daraz û mafên bingehîn in.
Di navdaxwazan de yek jê di şerê 1990an de tezmînatê bidin mehkûmên Xirwat yên ku di kampa Morinjê de dihatin girtin. 14 kesên wendane bên dîtin û sûcdarên şer darizînin.
Xirwatistan daxwaza parastina mulkên malbatên Xirwatan dike, li Morinjê ciyekî bîranînê bê avakirin û li Kotorê navê hewza avjeniyê biguhêrin.
Destnîşankirina sînorên deryayê yê navbera her dû welatan û paşdedayîna keştiya Jardanê ku bidin Xirwatistanê di nav daxwazan de hene.
Hevdîtinên ji bo endamtiya Karadağê di sala 2012an de destpêkirin di pêvajoya endamtiyê de, welatê herî nêze ku bibe endam. Karadağ ji 3 beşên muzakereyên endamtiyê 21 ji wan bicîh aniye. Karadağ ji bo bibe endamê YE, divê temamê xalên heyî temam bike û temamê endamên YE yê di dengdanê de wê qebûl bike.