Cîhan
Miçotakîs: “Em di dîplomasiyê de sansekî bidin Tirkiyê”
PeyamaKurd- Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis, li ser gengeşeya bi Tirkiyê ya li ser Rojhilatê Derya Sipî got ‘şans bidin dîplomasiyê’. Mîçotakis ragihandina xwe di ser înternetê de dema ku tevlî 75 emîn civîna Neteweyên Hevgirtî bû, bi rêya vîdeoyê xîtab kir. Miçotakis weha got:
“Di civîna sala borî de mi bi hezir destê xwe yê dostane û hevkariyê dirêjî Tayip Erdoğan kir. Heta min xwest di navbera wan û Awrûpa de bibim weka pirekî. Lê Tirkiyê li herêmê gengeşeyê zêdetir kir. Dixwaze gengeşeyê di asta bilind de bihêle. Ez bawer nakim ku di navbera cîranan de hevkarî çênebe. Wê 61 emîn civîna keşfê di nêzde li Îstenbolê destpêbike.”