TR KU SO
FB X
Cîhan

Miçotakis: “Em ê ji Fransayê 18 balafirên Rafale bikirin”

Admin M
Nivîskar
📅 13 îlon 2020 03:05

PeyamaKurd- Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis, di merasima Fûara Navdewletî ya Selanîkê de ragihand ku wê ji Fransayê 18 balafirên şer yên marka Rafale bikire. Bernama Yûnanistanê bo 10 salaye û wê bo artêşê jî di nav 5 salan de 15 hezar leşker  û xebatkaran bistînin nav artêşê.

Di bernameya kirîna sîlihan de 4 firqeteynên nû, bo hêzên deryayî 4 helîkopter, nûhkirina 4 firqeteynên kevin, roket û projeyên kirînê yên torpîdoyan heye. Bo berlêgirtina êrîşên sîberî dê bernameyan bipêş bixin û sîstema elektronîk nûh bikin.

Miçotakis got ku ev 10 sale bo Yûnanistanê qet sîlih nekirîne û bo xelkê Yûnan xwe di ewlehiyê de bibîne, divê van sîlihan bikirin. Bernama sîlihan û sîstemên wan bi tevahî dike 10 mîlyar Euro.

Parve bike: