TR KU SO
FB X
Cîhan

Microsoft: Hachkerên ji Rûsya û Koreye Bakur êrîsî kompaniyên derziya Koronayê dikin

Admin L
Nivîskar
📅 14 mijdar 2020 13:30

PeyamaKurd – Bi daxuayniyekê, Microsoft îdîa dike ku êrîşên sîber ji aliyê hachkerên ji Rûsya û Koreya Bakur, dibin ser kompaniyên cîhanî yên derziya Koronayê.

Microsoftê bi daxuyaniyekê destnîşan kir, wan hackeran kompaniyên dermanan yên li Amerîka (DYE), Kanada, Fransa, Hindistan û Koreya Başûr kirine armanc.

Li gor daxuyaniya Microsoftê, bi taybet ew kompaniyên dermanan ên derziyên li dijî Koronayê pêş dixin in û di pêvajoya lêkolînên klînîk de ne, bûne armanca êrişan.

Herwiha hat destnîşankirin, ku hackerên ji Koreya Bakur bi rêya e-mailan hewla hack-kirinê didin.

Berî niha jî di mijarên cuda de daxuyaniyên bi vî rengî hatibûn dayîn. Lê Rûsyayê ew îddîa red kiribûn.

Parve bike: