Mijara sereke ya civîna Konseya Ewropayê wê Tirkiye be
PeyamaKurd – Di Konseya Ewropa ya meha Îlonê de, wê endamên Yekîtiya Ewropayê, danîna dorpêçiyan li ser Tirkiye ye gotûbêj bikin.
Li gor Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Le Drian diyar kir, serokwezîr û serokên hemû welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, dê 24-25 Îlonê bicivin. Rojeva civînê wê taybet li ser Tirkiyê û aloziya li deryaya Sipî be û ew ê danîna dorpêçiyan li ser Enqerê gotûbêj bikin.
Le Drian destnîşan kir, wan di bi wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropa re, di civîna Berlînê ya berî çend rojan de dosyeya Tirkiye amade kirine û dê dorpêçiyên guncaw bi kar bînin.
Herwiha Le Drian di derbarê çawaniya dorpêçiyan de agahî nedan û got, ew bêçare nîn in û Serokomarê Tirkiyê jî vê baş dizane û da xuyakirin, Erdogan bi armanca veşartina krîza aboriyê, di nav civakê de hestên netewperestî û îslamî bilind dike.
Demek e aloziyên mezin di pêwendiyên dewletên Yekîtiya Ewropayê de û bi taybet di pêwendiyên Fransa û Tirkiyê de li ser pirsa Lîbya, pirsa koçberan û lêgerîna gazê li Derya Spî derketiye.