TR KU SO
FB X
Cîhan

Mîlîsên bi ser Îranê ve balafirgeha Si’ûdiyan bombe kirin

Admin M
Nivîskar
📅 19 adar 2021 05:24

PeyamaKurd – Mîlîsên li Yemenê yên ji aliyê Îranê de tên destekkirin, li başûrê Erebistanê, li balafirgeha Abhayê bi dronên Hûsiyan kirin hedef û lê xistin.

Berdevkê mîlîsên Îranê yê Hûsiyan Yehya Serî bi nivîskî ragihand ku wan li balafirgehê li noqteyekî leşkerî ya girîng xistine. Berdevk Serî ragihand ku wan bi drona Kasıf-2 êrîşê birine ser balafirgehê û ev bersiva rewaye ya bo dorpêça ser wan û êrîşên hêzên koalîsyonê yên bo ser Hûsiyan.

Di derbarê êrîşê de heya niha ti bersiv ji koalisyona di bin serpereştiya Erebistanê nehatiye.

Parve bike: