Cîhan
Misir desteka leşkerî dide Erebistan a Sa’ûdiyê
PeyamaKurd – Piştî serokkomarê Misrê Abdulafettah Sisi ji parlementoya Misrê daxwaz kir ku li hemberê tehdîdên Hûsiyan yên ser Erebistanê destekê bidin Erebistanê, meclisa daxwaza Sisi qebûl kir.
Li gor ragihandina ajansa Reutersê; eger Erebistan ji Misrê destekê bixwaze, dê Misir destekê bide Erebistanê û meclisa Misrê erkê da Sisi û artêşê. Ev jî ji aliyê hevkariya bergiriya navbera her dû dewletan ve girîng e.
Ajansa Reutersê, agahiyên xwe yên di derbare mijarê de, dibe ser agahiyê parlementerên Misrê û çapemeniya cîh ku dane.
Meclisa Misrê erkê da artêşa Misrê. Eger Riyad li hemberê Hûsiyan destekê ji Misrê bixwaze dê Misir destekê bide Sa’ûdiyê.