Banka Dinyayê ji Sûriyê re desteka fînansê ya bi 100 milyon dolarî dide
PeyamaKurd – Banka Dinyayê (The World Bank) ji bo Sûriye bingeha sektora fînansê ya nûjen, bi ewle û dîjîtal ava bike, ji bo destekê bide Sûriyê, biryarê da ku 100 milyon dolar hîbe bide Sûriyê.
Banka Dinyayê ragihand ku beşa Yekîtiya Geşepêdana Navdewletî ya Banka Dinyayê di 6ê Tebaxê de biryarê erê kiriye. Bexşa bi miqdarê 100 milyon dolarî di çarçova projeya nûhkirina sektora fînansê ya Sûriyê de, dê bikarbînin.
Armanca projeyê ew e ku kiryarên fînansê bi ewle, zûtir û bi zelalî bibe û ji bo xwe bigihînin xizmetên fînansê, şertên pêdivî amade bikin.
Piştî şerê 14 salan li Sûriyê sektora fînansê hêjî biçûke, bankayan weka navendê bikartînin û piraniya peran di bazarê de wekî pereye neqdî digere. Di nava projê de zêdekirina şiyanên Banka Navendî û firehkirina operasyonên Yekîneya Îstîxbarata Darayî jî hene.
Di projê de desteka ku di yek salekî de, herî kêm dê 15 milyon car dan û sitendina peran di rêya elektronîkê de bibe. Herî kêm dê 500 hezar kes karibe dan û sitendina peran di rêya elektronîk de bike. Di nav grûba muşteriyan de heye ku divê ji wan 500 hezarî 150 hezar kes ji wan jin bin.