‘MÎT bi opozisyonê re civiya û besek ji Efrînê radestî HTSê dikin’
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komên çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî artêşa Tirkiyê vê dawiyê 3 hezar malbat zêdetir ji xelkê Idlib û Helebê li bajarokên Efrînê bicih kirîne.
Herwiha li Rihayê bi serpereştiya îstixbarata Tirkiyê (MÎT) civînek ligel komên çekdarên opozisyona Sûriyê hatiye lidarxistin ku tê de jî biryara radestkirina hejmarek navçeyên Efrînê bo rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) hatiye dayîn.
Li gorî raporta Rêxistîna Mafên Mirovan li Efrînê, îstixbarata Tirkiyê bi komên çekdarên opozisyona Sûriyê re li bajarê Riha yê bakurê Kurdistanê civîya ye û li ser guhertina bingehan li gundewarê Heleb û Idlbê li hev kirine ku li gor wê rêkeftinê koma Nûredîn Zengî hejamrek navçeyên Efrînê radestî HTŞê dike.
Rêxistina Mafên Mirovan herwiha radigihîne ku çekdarên Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê zêdetirî 3 hezar malbat li bajarokên Efrînê bicih kirine ku 850 malbat li Bilbilê, 1850 malbat li Şera, 750 malbat li Raco, 852 malbat li Cindirêsê, 1327 mlabat jî li Mabata û Şêrewa hatine bicihkirin.