MIT, wext da muxalefeta Sûriyê da ji Tirkiyê derên
PeyamaKurd – Li gor ragihandina tora medya ya Rûdawê, ajansa Rûsya ya Sputnikê beşa Erebî ragihandiye ku MİT a Tirkiyê bi muxalefeta Sûriyê re hevdîtinekî kiriye û wext daye wan da heya dawiya salê ji Tirkiyê derên. Ajans ragihandiye ku biryar gihaye destê rêvebiriya muxalefetê ya Koalîsyona Hêzên Şoreşger yên Netewî û biryar piştî Ankara û Şam nêzî hev bûne hatiye dayîn.
Hat ragihandin ku serokkomar Recep Tayip Erdoğan biryarê daye ku temamê ofîsên muxalefeta Sûriye bigre û wê desteka maddî jî nede wan. MİT ê her weha ji wan re gotiye ku ji bo xwe ciyekî dinê bibînin û temamê xebatên xwe yên medyayî rawestînin.
Di nav muxalefetê de hene ku hemwelatiya Tirkiyê sitendine lê divê ji niha û pê de ti xebatekî siyasî nekin û dernên medyayê.
Hindek çavkanî ji ajansa Sputnikê re gotine ku muxalifên Sûriyê li welatên Kendavê ji xwe re li cîh digerin da baregehên xwe li wan welatan vekin.