MSF: “Divê Yûnanistan kampan vala bike”
PeyamaKurd- Rêxistina Tenduristiyê ya bi navê MSF ku weka doktorên sînornenas tên naskirin ragihand ku bi sedema talûka koronavîrusê divê Yûnanistan yekser kampên penaberan vala bike. Xelkê ku di kampan de dijîn, şertên jiyana wan baş nîne û hem gelek di nav hevde dijîn.
Kampa penaberan ya Moria yê ku li girava Midilliyê ye, di ser kapasîteya xwe de koçberan dihewîne, piştî ku li Midilliyê vîrusa koronayê hat dîtin û jimar giha 117 kesan û 1 jiyana xwe ji dest da, kampa Moriayê ye ket rojevê. Rêxistin di beyana xwe de weha got:
“Kampên penaberan yên li giravên Yûnanistanê divê bilez bên valakirin. Divê em rastiyê bêjin. Qet nabe ku em karibin di van kampam de nexweşînê di bin kontrolê de bigrin.”
Li 5 giravên Yûnansitanê di ser 40 hezar koçber hene û şertên jiyana wan xweş nîne. Jimara kesên ku di kampan de dimînin di ser kapasîteya kampan de ne. Mînak; Kampa Moriayê kapasîteya wê 3 hezare lê niha 15 hezar koçber tê de ne. Li gor MSF ê; li dora 300 kes bo vexwarina avê yek kaniyekî bikartîne. Sabûn hîç nîne. MSF di beyana xwe de weha dewam dike:
“Ji xwe di çarçoveya siyaseta Awrûpayê ya bo koçberan de, zorê didin jiyaneka weha û ev kiryar bêberpirsiyariye. Lê belavbûna vîrusê û eger tedbir bo wê neyê sitendin, wê ev kiryar bibe sûc û niha gelek nêze ku bibe sûc.”