TR KU SO
FB X
Cîhan

Muslim: Ji bo serê Idlibê em amade ne!

Admin V
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2018 18:08

PeyamaKurd- Endamê Komîteya Dîplomasiyê yê TEV-DEMê Salih Muslim li ser Idlib û Efrînê axivî û agahiyên girîng dan. Salih Muslim li bajarê Rojavayê Kurdistanê, li Qamîşloyê ji çapemeniyê re daxuyaniyek da.

Muslim li ser şerê Idlibê wiha got: “Li dijî terorê li kû derê şer hebe, em amade ne û tevlî wî şerî bibin.

Salih Muslim wiha dewam kir: “Herêmên wekî Idlib û Humûsê bûne weke depoya barûdê. Gelek komên çekdar yên ku ji der ve hatine, li vê herêmê hatin bicihkirin. Wehşeta van koman ji ya IŞÎDê xirabtir e. Me bi koalîsyonê re peyman çêkiribû ku li her derê Sûriyê em li dijî terorê şer bikin. Wextê ku Reqqa paytextê IŞÎDê bû, em li Qamîşlo û Kobanyê di mala xwe de, ne rehet bûn. Îro jî Efrîn, Şehba û cihên dî di heman rewşê de ne. Lewra tişta ku îro li Efrînê tê kirin, bi destê kesên li Idlibê tê kirin. Heta ku ji me were, em ê xwe biparêzin. Li dijî terorê li kû derê şer hebe, em amade ne û tevlî wî şerî bibin.”

Parve bike: