TR KU SO
FB X
Cîhan

Mustafa Çiftçi, encama lehiya Hatayê ragihand: 4 mirî, 17 birîndar û 1 wenda ye

Admin M
Nivîskar
📅 23 gulan 2026 20:14

PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Mustafa Çiftçi encama barîna barana li bajarê Hatayê ku di 20-22 yê Gulanê de bûbû sedema rabûna lehiyê, hezê û roxandinê, ragihand ku 4 kes mirine, 17 kes birîndar bûne û kesekî jî wenda ye.

Mustafa Çiftçi ragihand ku li seranserê bajêr 1894 car îxbar hatine kirin û ji bo peydakirina kesê wendayî yê li navça Samandağıyê lêgerîn dewam dike.

Li Antakya, Defne, Samandağ, Dörtyol û Reyhanlıyê lehî rabûye, di herêma afetê 2.261 xebatkar, 867 alav û makînên kar dixebitin.

Ji bo desteka bajarê Hatayê û navçên wê, ji bajarên Kahramanmaraş, Gaziantep, Adana, Ankara, Malatya, Kilis, Osmaniye, Şanlıurfa, Niğde, Konya û Mersinê xebatkarên rizgarikina ji ser avê û bin avê, bot û desteka dronê şandine Hatayê.

Parve bike: