Cîhan
Muxalefeta Tirkiyê posta serokkomariyê dixwaze
PayamaKurd- Li Tirkiyê bo hilbijartina serokkomar û parlementeran serokê Partiya Sosyal Demokrat Kemal Kılıçdaroğlu û serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoğlu hevdîtinekî pêkanîn.
Li ser pirsa ku namzetekî wan yê hevpar heye an na de Karamollaoğlu got: “Wê di dawiya hefteyê de aşkera bibe.”
Civîna wan di navenda CHPê de çêbû. Di hevdîtinê de ji her dû partiyan rêvebirên din jî hebûn.
Li Tirkiyê muxalefet hewl dide ku namzetekî hevpar derxin da karibin dengên xwe ji AKPê zêdetir bikin da serokkomariyê ji destê Tayîp Erdoğan derxin.