TR KU SO
FB X
Cîhan

Muxalefetê Atambayev ji zîndanê derxistibû lê niha hat binçavkirin

Admin M
Nivîskar
📅 10 cotmeh 2020 20:38

PeyamaKurd – Muxalefet serokkomarê berê yê Kirgizîstanê Almazbek Atambayev, ji zîndanê derxistibûn lê car din konsey biryara operasyonê da û avêtin ser mala wî û wî xistin binçav. Komîta Ewlekariya Netewî ya dewletê ragihgand ku ku wan bi sedema xwepêşandan girseyî kirine serokkomarê berê Almazbek Atambayev, Kanat Sagınbayev, Damir Musakeyev û Farid Niyazov xistine binçav.

Dema serokkomarê berê xistin binçav, li payîtext Bişkekê merasima meşê ya leşker û polîsan çêdibû.

Li Kirgizîstanê di 4 ê cotmehê de di wexta hilbijartina parlementoyê de muxalefet paxavê bi hilbijartinan nekiribû, serokkomariyê û parlementoyê îşxal kiribû û serokkomarê berê Atambayev ji zîndanê derxistibû.

Parve bike: