TR KU SO
FB X
Cîhan

Muxalifan li Ermenistanê rêyan girtin: 286 kes hatin binçavkirin

Admin M
Nivîskar
📅 18 gulan 2022 03:53

PeyamaKurd – Li Ermenistanê muxalifên hukumetê li payîtext Erîvanê li kolanan civiyan û rêyan girtin. Di navbera çalakvan û polîsan de pevçûn derket û polîsan 286 kesan xist binçav. Muxalefeta Ermenistanê ji siyaseta karên derve ji ya serokwezîr Nikol Paşinyan acize û ji 2 yê gulanê heya niha di nav tevgeran de ne û dixwazin ku Paşinyan dev ji kar berde.

Çalakiyên ku ji 2 yê gulanê de li Erîvanê tên kirin, carna zêde ji tehmê derdixin, rê digrin û dixwazin ku bimeşin parlementoyê da îşxal bikin. Li ser tevgerên muxalifan gelek caran polîs mudaxleyê wan dike.

Îro jî bi konteynirên gilêşan rêyan girtin, nehiştin erebe di rêya xwe de herin û meşiyan parlementoyê lê polîs mudaxeleyê wan kir. Polîs 286 kesan xiste binçav.

Parve bike: