Cîhan
Muxalifên Sûriyê û Rûsyayê li ser Xûtayê li hev kirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku peymana di navbera Rûsya û koma çekdar a Ceyşul Îslam de dikeve warê bicihkirinê û dê 12 hezar çekdar tevlî malbatên xwe ji Dûmaya Xûtayê derkevin.
Li gor ajansa Îranê Tesnîmê, li gor peymana Ceyşul Îslam û Rûsyayê dê 12 hezar çekdarên vê rêxistinê tevlî malbatên xwe ji Dûmaya Xûtayê herin Cerablûs û çolterên Helebê.
Li gor Tesnîmê 6 hezar êsîr di destê Ceyşul Îslamê de hene û dê wan berde.
Herwiha hatiye diyarkirin ku malbatên bixwazin dê derkevin û yên din jî dikarin bimînin.
Herwiha hat diyarkirin ku bi hezaran çekdarên Feylequrrehmanê jî neqlî Îdlibê hatine kirin.
Piştî van veguhestinan çaverê tê kirin ku heta rojek-du rojan Xûte bi temamî bikeve destê rejimê.