Nadezhdîn bû reqîbê Pûtîn: Ji bo namzediyê îmzeyên xwe radest kir
PeyamaKurd - Serkêşê opozîsyonê yê Rûs Borîs Nadezhdîn, 100 hezar îmzeyên ku ji bo beşdariya hilbijartinên serokdewletiyê pêwîstin pêşkêşî Komîsyona Navendî ya Hilbijartinan a Rûsyayê kir.
Borîs Nadezhdînê ku hewl dide di hilbijartinên Serokdewletiyê yên ku wê di meha Adarê de li Rûsyayê pêk bên de bibe namzet, îro ji bo ji namzediyê re navê xwe tomar bike,100 hezar îmzeyên pêwîst pêşkêşî Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê kir.
Endamekî Lijneya Hilbijartinê ya Rûsyayê jî piştrast kir ku li gel imzeyan serlêdana Nadezhdîn pêk hatiye.
Siyasetmedarê Rûs Borîs Nadezhdîn di dema destpêka şerê Rûsya û Ûkraynayê de banga rawestandina şer li Ukraynayê kiribû û rexne li siyaseta Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kiribû.
Namzedê lîberal Nadezhdînê ku berê parlament bû, li Moskowê, piştî radestkirina îmzeyan û serlêdana namzediyê, li ber dergehê Komîsyona Hilbijartinan a Navendî axivî.
Nadezhdîn, spasiya kesên ku baweriya xwe pê anîne û îmze dane wî kir û diyar kir wan zêdetirî 105 hezar îmze radestî komîsyona hilbijartinê kirine.
Lijneya Hilbijartinê ya Navendî ya Rûsyayê, ji bo pesendkirina namzediya Nadezhdîn, divê di nava 10 rojan de biryar bide.
Komîsyon, li gel 100 hezar îmze, wê kotaya her herêmekê jî li ber çavan bigire.