Namzedê CHPê di rêza yekemîn de ye
PeyamaKurd - Li gorî peşka ku li Lijneya Hilbijartinê hat avêtin, Muharrem Înce wê di rêza 1emîn de, Meral Akşener di rêza 2yemîn de, Recep Tayyîp Erdogan di rêza 3emîn de, Selahettîn Demîrtaş di rêza 4emîn de, Temel Karamollaoglu di rêza 5emîn de û Dogu Perînçek jî di rêza 6emîn de cih digirin.
Li lijneya hilbijartinê ji bo kifşkirina rêza namzedên serokkomariyê di pusûleyên hilbijartina 24ê Hezîranê de merasima peşkê hat lidarxistin.
Di peşkê de endamên lijneya hilbijartinê navê namzedan, nûnerên partiyan jî rêza namzedên serokkomariyê kişandin.
Li gorî peşkê, di pusûleyan de Muharrem Înce wê di rêza 1emîn de, Meral Akşener di rêza 2yemîn de, Recep Tayyîp Erdogan di rêza 3emîn de, Selahettîn Demîrtaş di rêza 4emîn de, Temel Karamollaoglu di rêza 5emîn de û Dogu Perînçek jî wê di rêza 6emîn de cih bigirin.