Namzedê CHPê: Ji ber Demirtas Kurd e nabe di zîndanê de be
PeyamaKurd - Namzedê Serokkomariyê yê CHPê Muharrem Înce got, ku ne rast e hemû berbijêrên serokkomariyê bi azadî propagandaya xwe bikin lê namzedê HDPê Selahattîn Demirtaş di zîndanê de be.
Berbijêrê CHPê Muharrem Înce li bajarê Antalyayê civîneke çapemeniyê saz kir û ragihand, ku pêwîst e pêşbirka hilbijartinan di şert û mercên wekhev û dadmendî de birêve biçin.
Înce got: “Ez dixwazim birêz Demirtaş jî weke berbijêrên din di şert û mercên wekhev de rikberiyê bike. Berbijêrek di zîndanê de ye û yên din li derve propagandaya xwe dikin. Ev ne rast e û dê wîjdanê me biêşîne. Em nikarin bêjin Demirtaş Kurd e û bihêlin çi hate sere wî bila were.”
Namzedê CHPê herwiha diyar kir, ku eger di gera yekemîn de ew sernekeve dê di gera duyemîn de piştgiriyê bide berbijêrên din û got, ku pêwîst e berbijêrên din jî bi heman têgihiştinê nêzîk bibin.
Biryare roja 24ê Hezîranê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê werin kirin.