Cîhan
NATO: “Em ê li Iraqê bimînin”
PeyamaKurd- Berpirsekî NATO yê bo tora medyayê bo Rûdawê di mijara xebatên xwe yên Iraqê de axifiye û gotiye ku wê ji Iraqê venekişin û dema şert normal bibin, ew amade ne ku mîsyona xwe ya li Iraqê dewam bikin. Berpirs bo Rûdawê weha ragihandiye:
“Em di temamê karên xwe de girîngiyê didin parastina xebatkarên xwe. Bi vê sedemê me temamê xebatên xwe da rawestandin û bo parastina xebatkarên xwe, me hemû tedbîrên xwe girt. Em bo demekî ciyên xebatkarên xwe yên di nav Iraqê de û derveyê Iraqê de diguhêrin.”
Li ser daxwaza hukumeta Iraqê NATO, di sala 2018an de bo perwerdekirina artêşa Iraqê 500 kes wezîfedar kiribû ku ji gelek welatên hevkar hatine cem hev.